Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google chrome] de;

2. di versiyona linuxê(ubuntu) de (chromium) dema mirov navnîşana malperekê binivîse û paşê valahî bihêle û peyva lêgerînê binivîse û pêl enterê bike, chrome rasterast wê peyvê di malperê de digere.
dîqat: ne bi riya googleê digere, dikeve malperê, di qutiya lêgerîna malperê de lêgerînê dike.
taybetiyek gelek xweş e. di tirşikê de, turkcekurtcesozluk.comê de û hemû malperên din de dixebite.
dema hûn "ti" binivîsin, weke mînak, jixwe ew bixwe tirsik.netê temam dike, hûn hema valahiyek û peyva xwe dinivîsin û lêgerînê dikin.
min ji vê taybetiyê hez kir. lê di chroma min ya di windowsê de ev taybetî tune bû.



09.01.2017 19:31 ~19:31 | simurg56

1. geroka webê ya ku ji aliyê googleê ve tê derxistin û piştgirîkirin. google amadekariya xwe ya pergaleke xebatê jî dike ku wê bi dendika linuxê be û li ser bingeha chromeê be. loma navê wê jî weke chrome os hatibû diyarkirin.

neyse ger em vegerin google chrome browserê, ev bernameya ketina înternetê gelekî sivik û lez e. bi vê taybetiya xwe bi ya min di nav hemû gerokên webê de ya herî baş e. lê ji ber hinek sedemên din (ên weke pêvekên kêrhatî yên ku nikarim dev jê berdim û hwd.) ez dîsa jî firefox bi kar tînim.

li gorî îstatîstîkan %51ê tirşikvanan bi google chrome'ê dikevin tirsik.netê.



google chrome xwediyê versiyoneke bi çavkaniya azad jî heye: chromium

bi qasê min dîtî, tu ferqa wê ji chromê bixwe tune û li ser linuxê ev versiyon tê bikaranîn.



04.01.2014 14:57 | simurg56