Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [grîp] de;

3. nexweşiya ku eslê xwe de tedawiya wê tune. heta tê gotin ku ger hûn derman bi kar bînin hûn ê heftiyekê de sax bibin, lê ger hûn derman bi kar neynin hûn ê 7 rojan de sax bibin.

lê ji bo ku nexweşiya we siviktir derbas bibe, û ji her derê we av û çilm neherike û her derê we neêşe hinek derman dikarin werin bikaranîn.

berî hemûya, yê herî hêsan û erzan: tylol hot



12.01.2014 11:31 | simurg56

1. nexweşiya ku ji ber vîrûsekê çêdibe. her sal ev vîrûs genetîka xwe diguherîne, ya rasttir, suşa/nifşa vîrûsê ya ku wê salê serdest e, diguhere. loma ger sala borî hûn nexweş bûbin jî hûn ê dîsa jî vîrûsa vê salê nas nekin. ji ber yekê, an divê hûn her sal nexweş bibin an jî her sal derziya vîrûsa wê salê li xwe bidin.

li gorî lêkolînan, vîrûsa ku tê texmînkirin ku wê vê salê bibe serdest tê diyarkirin û ji bo vê nifşê derzîyek tê amadekirin, derzîya grîbê wisa tê amadekirin.

vê salê sedema piraniya grîban wê h3n2 be.



vîrûsa grîbê du heb proteînên taybet li ser kapsûla xwe dihewîne: hemaglutînîn û noramînîdaz. loma navên nifşên vîrûsan jî li gorî varyasyona van protînanan diguhere; h3n3, h4n4 fîlan..



05.01.2014 14:11 | simurg56