Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dizên amedê] de;

25. mîna hemû dizan, bêşeref in û bi piranî malbatên wan jî di nav vî karî de ne.
berî çend mehan ketin mala hevalekî min û du heb duçerxeyên wî û komputera wî dizîn. bi hewldana xwe, dizan tespît kir û duçerxeyekî ji wan stand bi zora polîsan. lê hingî çû mala wan bi wan re xeber da, bi bavê wan re xeber da fîlan jî, tiştên din nedan. yanî ew û malbatên wan dizîtîya xwe jî qebûl dikin.



24.07.2018 21:40 | simurg56

7. keriya ku ger polîsên tirkan ne şîrikên wan bûya, hê ji pkk an jî ydg-h'yê re nemayî, wê gelê kurd ji holê rakirana. lê mixabin ji ber ku karê wan li cem dewleta tirk, îşeke fermî ye, weke qorîciyan ew jî bi kuşîtinan xelas nabin.



13.01.2014 22:42 | simurg56

2. mixabin tenê beşek ji dizên kurd in.

li hemû metropolên ku kurd lê ne, bi hezaran dizên kurd hene.

lê -weke mînak li mêrsînê- êdî wisa lê hatiye ku mirov xwezî bi dizehiya wan tîne. ji ber ku berê zêdetir diçûn taxên tirkan û dizehiyê li wir dikirin, loma ji me re tenê rûreşî bûn. lê êdî dev ji dizehiyê berdane û dest bi tiryakfiroşiyê kirine û mixabin ji bo vî karê xwe yê qirêj jî taxên kurdan kirine navend. wisa lê hatiye ku ji taxên tirkan xortên tiryakkêş tên li taxên kurdan barê xwe distînin û diçin.



11.01.2014 17:32 | simurg56