Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bob ross] de;

1. wênesazeke ji florîdaya amerîkayê ye. sala 1942an de hatiye dinyayê û sala 1995a de, 53 saliya xwe de ji ber kanserê miriye. bi bernameya xwe ya bi navê the joy of painting, li hemû dinyayê hatiye nasîn û bernameyên wî hê jî li gelek welatan tên weşandin.

bernameya wî li tirkiyê jî, li ser televîzyona trtê bi navê resim sevinci dihat weşadnin.

taybetiya bob ew bû ku di nava 20-30 deqeyan de wêneyên gelekî xweşik yên xwezayê çêdikir. axaftin û pêşkêşvaniya wî jî şêrîn bû.



ross, paşê bi pirtûk, ders û vîdyoyên xwe yên ku rêbazên çêkirina wêneyan hî dike, ji xwe re karek saz kir û nêzikî 15 milyon dolar pere qezenc kir.



18.01.2014 13:10 | simurg56