Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tomografî] de;

1. amûreke alîkarê teşhîsa nexweşiyan e.

bi alîkariya tîrêjên radyasyonê organên hundirîn(hinav) yên nexweş nîşan dide. dîmen reş û spî ye. lê dîsa jî agahiyên gpir bi qîmet dide.

strûahiya tomografiyê li gorî daxwazê diguhere. weke mînak ger stûrahiya wê 1 cm be: wê cîhaz serê her cm'ê wêneyeke bedena we bikişîne. heçko mirov şûreke bigire destê xwe û santîm santîm we zûl bi zûl bike.

stûrahî çiqas hindik be, navbera dîmenan ewqas kurt dibe, hêza teşhîsê ewqas zêde dibe, îhtîmala nedîtina patolojiyê ewqas kêmtir dibe: lê mixabin mîqtara radyasyonê jî zêdetir dibe.



weke mînak, ger tomografiyekê de 200 dîmen hebin, ev tê wê wateyê ku nexweşê reben ji radyasyona rontgenekê 200 car zêdetir radyasyonê standiye. ger 400 dîmen be: 400 qet.

yanî divê beredayî neyê kişandin. lê mixabin li tirkiyê beredayî gelek tê bikaranîn.



27.01.2014 22:54 | simurg56