Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên nanivîsin] de;

33. li benda çi ne, nizanim.

di van rojên ku rojev evqas tije ye, nizam bi çi ve mijûl in.



07.08.2014 22:33 | simurg56

30. nivîskarên ku belkî weke nivîsvanê felekê, qelema wan ji destê wan ketibe.

ku mesele pênûs be, em dikarin çareser bikin. (bnr: eşantiyon)



03.12.2013 22:00 | simurg56

13. nivîskarên ku hejmara wan her ku diçe zêde dibe, ne.

hejmara nivîskaran ji 400 derbas bû lê piraniya nivîskarên me yên camêr û canik hê jî nanivîsin.

kesên ku ji bo ku binivîsin, qerta vexwendina fermî dixwazin, dikarin navnîşana xwe ya vekirî ji min re bişînin.* (bnr: navnîşana vekirî)



09.08.2013 02:05 | simurg56

6. ev ew nivîskar in ku dema ew jî nenivîsin wê tirşika me bêtam be.

(bnr: tehl û tirş û kêmşekir)



24.07.2013 11:59 | simurg56

1. hinek ji van camêran naxwînin jî. ji ber ku di panelê de qet weke girêdayî (online) xuya nakin. helbet ew ê jî rojekê binivîsin, îşallah yanî wisa hêvî dikim, gelo û belkî?

(bnr: nivîskarên nanivîsin lê dixwînin)



29.06.2013 13:31 | simurg56