Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [memik] de;

11. çiçik jî tê gotin.

bi latînî: (bnr: mamma) bi îngîlîzî: breast

ji bo zarokên nûbûyî tiştekî zarûrî ye. ji bo keçikan yek ji nîşaneyên puberteyê ye. armanca wê ya herî mezin hilberandina şîr e. çiçik di bin bandora hinek hormonan de ye. li gorî bandora van hormonan fonksiyon û mezinahiya wê diguhere. weke mînak ostrojen mezinbûn û gihîna çiçikan dilezîne, progesteron navendên çêkirina şîrê lê zêde dike, prolaktîn jî avêtina derve ya şîrê, hêsantir dike û hwd.



hinek nexweşiyên memikan:

- mastît (enfeksîyon û edebgirtina çiçikan e) gelek cûreyên wê hene

- nexweşiya mondor (edebgirtina demarên li ser çermê çiçikan an jî sîngê mirov e. mixabin dîmenek nexweş derdixe holê)

- kansera çiçikan / kansera pêsîran (dîsa cûreyên wê hene. învazîv duktal, învazîv lobuler, kansera înflamatuar, tumora fîlloîdes, kanserên metastatîk û hwd.)

- nexweşiya paget

- nexweşiyên din yên benîgn (yên ne kanser): fîbroadenom, kîst, herka ji serikê çiçikan û hwd.



03.02.2014 21:00 | simurg56