Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [patolojî] de;

1. beşeke tipê ye. dikare weke zanista nexweşiyan were binavkirin.

her wiha tê wateya "her cûre şaşî/xeletiya avasazî an jî karkirina hucre, organ û sîstemên laşê mirov de"

ev jî ne şaş e; patolojî:ne normal

laşê mirov de hucre, organ û sîstem li gor armoniyekê dixebitin. hema bêje her tişt diyarkirî ne. ji vê yekê re fîzyolojî tê gotin. beşa fizyolojî ya tipê karkirina normal ya laşê mirov lê dikole. ji ber ku encax dema mirov ya normal û fîzyolojîk bizane, dikare ya şaş û patolojîk nas bike.

her patolojî ne mecbûr e ku bibe sedema nexweşiyekê. lê her nexweşiyê de patolojiyek heye û sedema nexweşiyê jî ev e.

beşa patolojî ya tipê çi dike?

-dema bi emeliyat an jî bi standina biyopsîyê parçeyek ji laşê mirov hat standin, ev parçe diçe cem patolog. patolog li ser vê parçeyê lêkolînê dike (parçe dike, boyax dike, bin mîkroskopê de lê dinêre û hwd.) û paşê patolojiyê, yanî tişta ku vê parçeyê de ne normal e, derdixe holê.

weke mînak dibêje vê parçeyê de hinek hucre amadekariya bûna kanserê dikin, an jî vê parçeyê de kanser heye, an jî parçeyê de edabgirtin heye û hwd. yanî kesê ku dibêje "kanser e" patolog e. yên piranî dibêjin "patolojî dibêje kanser e"

ji ber vê yekê karê ku beşa patolojiyê dike, ji bo rast naskirina nexweşiyan tiştekî gelekî bingehîn e.



29.06.2013 21:03 | simurg56