Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [apandîsît] de;

1. wateya peyvê edabgirtina apendîksê ye. hema bêje her dem ev edab akut e, yanî hê nûçêbûyî ye. lê gelek hindik caran jî ev edab edabeke kevin e ku her dewam dike û carina zêde dike, lê ev yek bi rastî gelekî hindik e.

dema apendîks edab bigire û ev edabeke nû be jê re akut apandîsît tê gotin.

sedema nexweşiyê bi kurtasî , xetimîna qenala apendîksê ye. (apendîks organek e ku mîna dûvekê li roviyên mirov ve vezeliqî ye)

sedema xetimînê dibe ku gaîta(gû) be, dikare dendikên fêkiyan be an jî dikare tumorek be.

her rewşî de ev nexweşî bêveger e û bi dermanan derbas nabe. tekane tedawiya wê cerrahî ye, yanî ameliyat e. emeliyata ku him vekirî him jî laparaskopîk dikare were çêkirin de apendîks di binî ve tê jêkirin û qenala wê ji binî ve tê girêdan.

navê emeliyatê apendektomî ye, ku laparoskopîk be dibe; laparoskopîk apendektomî (emeliyata girtî)



emeliyata apandîsîtê acîl e, ji ber ku ger neyê emeliyatkirin; apendîks heye ku (îhtîmalek mezin) wê biteke û edab belavî hemû zikê mirov û organên tê de, bibe. wê demê him emeliyat mezin dibe, him însîzyona emeliyatê mezin dibe, him rîsk zêdetir dibin û hwd.

lê heye ku apendîks neteqe jî, wê demê organên nava zik de, bi taybetî jî omentum apendîksê bi edeba wê ve dorpêç dike û nahêle edab belav bibe. (bnr: plastrone apandîsît) lê wê demê jî nexeşî ji holê ranabe tenê tê veşartin û car caran dîsa dibe sedema êşê. plastrone apandîsît jî divê were emeliyatkirin lê dema hê nû be emeliyat ne pêkan e ji ber ku hemû der bi odem e û nazenîn e, rîska birîndarkirina organên din zêde ye.

vî rewşî de mirov bi qasê 6 heftiyan dimîne li bendê (bi tedawiya antîbiyotikan) û paşê emeliyatê dike.



29.06.2013 21:33 | simurg56