Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anamnez] de;

4. bi îngîlîzî medical history tê gotin. yanî raborîya tibbî. bi kurdî jî tiştekî wisa divê bê gotin ji ber ku ev ne tenê çîroka nexweş e lê belê her wiha hemû agahiyên di derbarê teduristîya nexweş e.

anamnez van hemû agahiyan dihewîne;
- nav, sal, bejn, giranî
- acizî/şikayeta sereke û berfirehiya wê (dîroka destpêkê, pêvajo û hwd.)
- nexweşiyên ku berê û yên niha jî lê heyî.
- kontrola sîsteman (sîstemên norolojîk, kardîyak û sîstema nefesî, ya xwarinî, ya valakirinê, ya zayendî, ya îskeletê (masûlke û hestî), organên hestkirinê (çav, guh, poz û hwd.))
- nexweşiyên ku di mirovên nexweş de heyî
- nexweşiyên zarokatîyê
- îlac û tiryakên ku bi kar tîne
- allerjîyên heyî


peyvên ku wê bêne pêşniyarkirin, divê li gorî van agahiyan were kirin.



23.08.2018 20:05 | simurg56

1. çîroka nexweş û nexweşiyê ye.

fakulteyên tipê de pola 3 û 4an de yek ji mijarên herî girîng e.

ji nexweş pirsîna hemû taybetiyên nexweşiya wî/wê ye. weke tiştekî gelekî hêsan xuya dike lê ne wisa ye. wî wextî min nedizanî mamosteyên me çima evqas girigiyê didin vê mijarê lê piştî ku min dest bi meslekê kir, min dît ku bi rastî jî gelekî girîng e.

anamnez bingeha muayeneyê û rêberê teşhîsê ye.



09.02.2014 12:34 | simurg56