Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezuem] de;

1. http://www.ezuem.com/

malpera ku klona facebookê ye û ji aliyê kurdan ve hatiye sazkirin.

dîqat: ev malper ne li kurdî hatiye wergerandin. malper bixwe kurdî ye û zimanên din tê de tune.

hê hinek kêmasiyên wê hebin jî, xuya ye bi rastî gelek ked tê de heye û gelekî jî baş çêkirine.

lê... mixabin hêvî dikim lê bawer nakim ku ev proje bi ser bikeve.

ji ber ku piraniya kurdên ku facebook bi kar tînin, hê qene facebooka orjînal bi zimanê kurdî bi kar naynîn ku heta bên û ya bi temamî kurd de bibin endam.

ji aliyê din ve mirovên facebook bi kar tînin, ji ber ku tê de herkesî (ne tenê kurdan, hemû heval û cîran mîranên xwe) dibînin, bi kar tînin.

ger hesabê wan de tenê çend nasên wan hebin, wê nexwazin derbasî ezuemê bibin.

heta navê malperê jî gelekî baş e lê mixabin ez bawer im fikir zêde ne baş e.



01.07.2013 11:04 | simurg56