Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zurefaya ku li kopenhagê hatî kuştin] de;

1. reben e.

ji ber ku li baxçeya heywanatan populasyona zurefaya ji daxwaza rêvebiriya baxçeyê zêdetir bûye, zurefayek 18 mehî bi guleyekê hatiye kuştin û li ber çavên zarokan hatiye serjêkirin û parçeparçekirin. qaşo dersa anatomoyê dana zarokan û paşê jî parçeyên wê avêtina li ber şêran.

http://www.aa.com.tr/tr/yasam/285423--zurafa-quot-marius-quot-kesimden-kurtulamadi



dema mirov cara ewil bixwîne ji nûçeyê û kiryaran gelekî aciz dibe. lê dema difikire ku ger vê zurfayê navêtan ber şêran wê li şûna wê çêlekek fîlan serjêbikirina û bavêtina ber wan. yanî kuştina ji bo xwarinê ne tiştekî ecêb e. lê kuştina bi guleyekê û li ber zarokan çêkirina otopsiyê hê jî cihê nîqaşê ye.

vîdyoya wê: http://www.liveleak.com/view?i=53b_1391963475



12.02.2014 22:17 | simurg56