Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emeliyata longo] de;

1. ji bo tedawiya hemoroîdê, yek ji emeliyatên alternatîf e. bi cîhazeke tê pêkanîn. cîhazek ku dirêjî hundurê qenala anal tê kirin, ji dawiya rektumê (ji anûsê bi qasê 4-5 cm dûr) nêzikî 1 cm roviya stûr jê dike û dîsa bi anûsê ve didûre. yanî cîhazek otomatîk bi yek tevgerekê van tiştên min nivîsandî dike û operasyon xelas dibe. bi saya vê operasyonê em dikarin bêjin ku koka hemoroîdên hundirîn tê ziwakirin. mîna hemû tiştên ku kokê wê hatiye rakirin, di demeke kurt de (bi qasê mehek) hemorîdên heyî hêdî hêdî mîna balonek biêûk dibe û dawiyê de wenda dibe.



bi taybetî ji bo hemorîdên pêşveçûyî kêrhatî te. (yên asta 3 û 4ê) ji ber ku ji bo yên biçûk alternatîfa operasyonên biçûktir, hene.

ev ameliyat geşek caran bi anesteziya spînal tê çêkirin lê carina bi anesteziya giştî jî tê kirin.



avantajên vê emeliyatê ew e ku;

- wextê emeliyatê gelek kurt e (bi qasê 10 deqe)

- fonksiyonên anûsê tên parastin (karîna girtina destmêja xwe ya mezin)

- êş hindik e.

- di demek kurt de nexweş dikare vegere ser karê xwe.



dezavantajên wê;

- ji bo hemoroîdên derveyîn ne çareserî ye

- bûhayê wê ji emeliyatên din yên alternatîf zêdetir e

- komplîkasyonên weke xetimandina roviyan heye.



15.02.2014 16:37 | simurg56