Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rîtin] de;

1. (bnr: defekasyon)

fonksiyoneke girîng ya bedena mirov e.

mirov nekare bike problem e, zêde bike problem e, nekare bigire problem e.



karîna girtina destmêja xwe ya mesin, hinek jî bi saya hokeya/goşeya anorektal e. ku ev hoke jî bi saya masûlkeya puborektalîs derdikeve holê. yanî di navbera anûs û rektumê de şikestinek heye û bi saya vê yekê herka destmêja mezin hêdî dibe û girtina wê hêsan dibe. ev şikestin/hoke bi qasê 90 derece ye.

yanî ji bo ku mirov bikare destmêja xwe ya mezin bike, divê vê hokeyê kêm bike. di pozîsyona tuvaletên alaturka de (nizanim navê wê ya kurdî heye an na) ev hoke zêdetir kêm dibe.

vêca ji ber vê yekê bikaranîna tuvaletên Alaturka ji tuvaletên modern (alafranga) çêtir e. ji ber ku mirov him karê xwe hêsantir pêk tîne, him jî ji ber xwe zêde naşidîne nexweşiyên vê heremê jî zêde nabin.



17.02.2014 23:11 | simurg56