Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bû erebê tirkirî çû û li paş xwe nenêrî] de;

1. Dibêjin li ba ereba tirr ji her tiştî şermtir in.

Rojekê yekî navê wî Hemed tirrek kir, rûya negirt ko li nav êlê bimînê, mala xwe barkir û çû, piştî çend salan gote jina xwe: ka ez bi dû tirra xwe kevim, ka hele ji bîr bûye an na!

Hemed çû gihîşt ser bîra êlê, zarokek li wir bû, gotê: Tu kurê kê yî? zarok jê re got. Hemed gotê: Tu kengê çê bûyî? Lêwik bi lez gotê: Sala Hemedê tirr kirî, hema Hemed vegerî û li paş xwe nenêrî û ji jina xwe re got: Tirra min bûye tarîxek ji êla me re



01.07.2013 13:44 | simurg56