Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rasteqîn] de;

104. nivîskarê ku ji ber sedemên pûç û vala dîsa tirşikê terikandiye.

vê carê peyamên xwe jî jê biriye, keyfa xwe ye. wextê îdîa kir ku peyamên wî hatine jêbirin fîlan, me lîsteya hemû peyamên wê rojê hatine jêbirin jî nîşanî wî da.

camêr dibêje qey moderatorên tirşikê li cihên bilind rûniştine û mîna xwedayek çi bixwazin wê dikin.

moderasyona tirşikê hingî te nevê fêhmdar in û ne pozbilind in. û hemû adîl in.

herkes bi keyfa xwe ye tabî, lê dikarim vê bêjim ku di nav hemû ferhengên tirkî de jî nikare yeke ji tirşikê azadtir û adîltir bibîne.



behsa wekheviya çûna wî û endazer jî hatiye kirin lê tu eleqeya wan bi hev re tune. endazer ji ber sedemên takeksî çû û jixwe ew bixwe jî moderator bû, yanî jixwe nikariya behsa neheqiyek fîlan jî bike.



29.04.2016 19:32 | simurg56

18. ji bo tirşikê wendahiyek e. em li benda vegera wî ne.

camêr heta niha li hemberî tu kesî ji gotinên xwe yên ku tije dijûn bûn, kêm nekir. loma divê dema rastî bertekên heman rengî were jî bikare tehemûl lê bike.

ya rast, ger hûn ne dijwar bin jî nivîskarên li vir dikarin werin û hemberî we zimanek dijwar, tîj û tehl bi kar bînin lê rewşa vî camêrî ne ew jî.

neyse, îşelleh vegere.

(bnr: ger vegere ya te ye, ger venegere jixwe qet nebûye ya te) *



17.03.2014 19:53 | simurg56

4. yek ji nivîskarên hîperaktîf yên vê dawiyê ye. (bnr: hêdî be şampiyon)



20.02.2014 22:02 | simurg56