Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the man from earth] de;

7. (bnr: şîrovekirin lê nedana pûanan)



01.12.2019 17:18 | simurg56

1. fîlmek ecêb e. sala 2007an de hatiye nîşandan. derhêner richard schenkman e. fîlm hema bêje tenê li odeyekê diqewime. li vê odeyê civateke heye ku hemû kesên vê civatê de profesor fîlan in. sedema civîna wan jî ew e ku yek ji van akademîsyenan biryar daye ku ji vî bajarî bar bike. lê dema ev zilam îdîayek nedîtî diavêje holê, mijara civatê her ku diçe sosret dibe û herkes navbera hestên şaşwazbûn û şik û gumanê de tên û diçin. hember kêmasiya aksîyon û bûyeran û kêmasiya mekanan, dîsa jî mirov bêyî ku bêhnteng bibe li fîlmê temaşe dike. hêjayî temaşekirinê ye.

dema mirov fîlmê temaşe dike, navê fîlmê bêtir fêhm dike.

min berî salekê li ser malpera critickerê 83 pûan dane fîlmê.



26.02.2014 21:20 | simurg56