1. biwêjek heremî ye ku li ferhengan peyda nabe.
di ferhenga turkcekurtcesozluk.comê de weke kurdiya peyva tirkî ya "gani" hatiye nîşandan:
http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/6,10530.xhtml
di wîkîferhengê de peyvek weke "bi tenî, bû xenî" heye ku wateya wê wisa hatiye ravekirin: dewlemend bûn zêdetir girêdayî xebat û çetinayê ye. *wisa li cihê sekinî kes dewlemend nahe. çi gotine: “bi tenî, bû xenî"
https://ku.wiktionary.org/wiki/bi_ten%C3%AE,_b%C3%BB_xen%C3%AE
bi qasê min fêhm kir ji bo "derbasbûna li rewşeke çêtir" hatiye bikaranîn.
dîsa wîkîferhengê de peyva xenê heye û wateya wê wisa ye: kêfxweşîya hebûna tiştekî, dewlemend:
Em bi germê xenê bûn.
di binê vê peyvê de hatiye diyarkirin ku erebiya vê peyvê xenî ye û wateya wê dewlemend e.
https://ku.wiktionary.org/wiki/xen%C3%AA
em wisa bi kar tînin.
- welleh tu bi vê pêlava xwe ya nû, xenî bûyî. divê êdî tu jixwe birçî jî nebî welleh...
yanî em ji bo "ketina rewşeke pir baş. gelek bişens bûn"ê dibêjin.
|