Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gelê başûrê kurdistanê] de;

25. xanîyên xwe jî li tirkiyê an jî li kurdên tirkiyê didin çêkirin. tabî karker kurd bin jî patron dibe ku mhpyî bin jî. jixwe akpyî ser seran û ser çavan in.
apê min bi mehan diçe wir wek hoste dixebite, pere berhev dike ji bo debara xwe. dibêje xebatkarên wir tim bakurî ne.



14.12.2020 22:56 | simurg56

12. gelê ku em hîn bûn ku heyranê cemaata gulen in jî.

(bnr: gelo hûn dixwazin xwendingehên cemaeta gulen li herêma kurdistanê bên girtin)

ji bo yên din: (bnr: ibrahim tatlıses), (bnr: ismail yk)



27.02.2014 22:50 | simurg56

11. bi nûçeyeke ku min îro xwend, dîsa erebên nedîtî anîn bîra min.

li gorî nûçeyê tenê 10 mehên dawîn de 96 ton zêr hatine kurdistana başûr. ku di nav wan de pêlavên zêr, xançerên zêr û heta keleşên zêrîn hene. (vê yekê cîda tuvaleta zêrîn ya saddam anî bîra min)

bûhayê van zêran nêzikî 10 milyar dolaran e.

tê gotin ku ji ber ku îslamê de ji bo mêran lixwekirina zêran heram e, ew jî çekên xwe tînin ku zêr li ser wan were bicîkirin.



mixabin bi van tevgerên xwe başûr şûna ku pêşeroja xwe nikare ava bike. şûna kirîna evqas zêr, hinekî li ser kar û barên kêrhatî bixebitiyan niha karsazên tirk yên netewperest ji welatê xwe derxistibûn. lê...

http://ekurd.net/mismas/articles/misc2013/12/state7574.htm



13.12.2013 22:56 | simurg56

9. hemberî rexneyên xwe vê rastiyê jî qebûl dikim ku gelê ku bi gelemperî, ji gelemperiya kurdên bakur kurdtir in û bi kurdbûna xwe zêdetir serbilind in. çêbû?



07.10.2013 23:30 | simurg56

2. nizanim mûzîka baş çêkin.

ji kurdistana surî hunermendên gelekî baş derketine [ciwan haco]

ji kurdistana îranê jî hene [kamkaran, rockurd]

jixwe kurdistana tirkiyê deryaya mûzîka kurdî ye.

lê ji başûra mezin mûzîka kurdî ya biqalîte gelekî hindik derdikeve. piraniya mûzîkên wa teqlîda tirkiyeya berî 20-30 salan e. ya ecêb ew e ku derfetên wan jî ji hemû perçeyên din zêdetir e.



02.07.2013 12:15 | simurg56

1. xwedê îşê wan rast bîne û serkeftinê bide wan lê belê biqasê dibînim û dibihîsim piraniya wan ne tu gelaş in.

berî her tiştî, ji ibrahim tatlıses guhdar dikin: https://tirsik.net/1574.en

evîndarê tirkiyê ne.

çavên xortên wan li çûna ewrûpa û amerîkayê ye.

hevkariya cemaata fethullah gülen dikin. rêvebirên wan zarokên xwe dişînin mekteben wan û hwd.

îmaja ku serê min de çêkirine qet ne mîna xeyalên min ên derbarê kurdistaneke azad e.

mixabin ji me re (kurdistana bakur) ne mînakeke baş in. heta em bi vî halê xwe ji wan re mînak in.



02.07.2013 12:07 | simurg56