Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara mîrkut] de;

9. li tirşik-danegehê jî peyda dibe;

https://tirsik.net/danegeh/kovar/mirkut



01.05.2014 14:49 | simurg56

8. her wiha ew kovar e ku di hemû hejmarên xwe de, di nivîsa pêşgotinê de behsa pirsgirêkên xwe yên aborî kiriye û her kiriye... di hejmareke xwe de dibêje ku 1200 heb çap kirine, 800 ji wan hatiye firotin lê tenê pereyê 100 heban gihiştiye wan fîlan. nexwe, piştî 30 salan hê jî tiştek neguheriye. mixabin.



01.05.2014 13:18 | simurg56

7. kovara ku di hejmara xwe ya duyemîn de (1985) cî daye nivîseke hesenê metê;

(bnr: ku meriv bixwaze)



01.05.2014 12:54 | simurg56

4. yekemîn kovara kurdî ya mîzahî ye. berî 29 salan hatiye çapkirin. tenê 3 hejmar derketiye, min niha hejmara yekemîn da çapkirin û hema bêje qedand. bi rastî jî li gor wî wextî kareke baş derxistiye holê. zimanê wan xweş e, min zimanek evqas standartbûyî hêvî nedikir.

piranî ji pêkenokan pêk tê. tê de karîkatûr hindik in. derbarê kesên rastîn de nûçeyên derewîn jî dihewîne. mîna zaytungê.

ez ê nivîsên tê de di bin mjarê cûr be cûr de parve bikim ku ev keda wan neyê jibîrkirin û werin zanîn.



17.03.2014 18:52 | simurg56

3. kovara ku min nû bihîst û bala min gelekî kişandiye. sibe ez ê koverê çap bikim û ji serî heta dawî bixwînim û paşê binirxînim/parve bikim.

slogana kovarê wisa ye: "kovara her tiştî ye ji bo herkesî ye"



06.03.2014 19:58 | simurg56