Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [formata tirşikê] de;

70. (bnr: mijarên derî formatê)



12.01.2020 11:10 | simurg56

69. di seranserê tirşikê de derbasdar be jî jixwe di mijarên weke tirşik forum û tirşik translateê de kes guh nade formatê û moderatoran jî çavê xwe jê re girtîne.
jixwe di peyama ewil ya mijarê de jî ev yek hatîye gotin û kesî îtîraz nekiriye: tirşik forûm/19799 (ne xelet bim, wê demê oxir moderator bû)



11.01.2020 10:59 | simurg56

59. bi lêzêdekirina rêzika li jêr, hat rojanekirin;

"- Her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune."



16.10.2016 22:34 | simurg56

43. divê ji aliyê moderatoran ve zêdetir were parastin.

(bnr: bila tirşik nebe forum)



08.05.2015 21:11 | simurg56

19. mijarên anket, ne derî formatê ne.

lê mixabin tiştên ku di bin van mijaran de tên nivîsîn %99 derî formatê ne.

(bnr: sernivîsên anket)

(bnr: mijarên anket)



mijara ku tirşikvanek vedike, dikare navek be, hevokek be an jî pirsek be û hwd. ya girîng ne ev e, ya girîng ew e ku peyamên ku di binê vê mijarê de tên nivîsandin, rave/pênasek bihewînin.



weke mînak ger mijar ma tirşik ne ya kurdistanê ye be;



ev peyam çewt e: "na welleh ne wisa ye"

ev peyam rast e "pirsek bêwate ye. ji ber ku bi çavlêgerandinek xeletiya wê bi hêsanî dikare were dîtin"

ev jî rast e: "(bnr: yaw he he)"

-------------------------------



weke mînak ger mijar bajarê herî xweş yê kurdistana bakur be;



ev peyam rast e: "diyarbekir e."

ji ber dema mirov di binê mijara "osman baydemir" de wisa binivîse jî ne çewt e; "şaredar e"

loma bersiva ku di peyama jor de hatiye nivîsandin, her wiha pênas/raveyek jî dihewîne.

ev jî rast e: "(bnr: amed)"

ji ber ku mijarên ku tenê ji bnr'yan pêk hatiye, derî formatê ne.

----------------------------------



ger mijar wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye be;



ev peyam çewt e: "mala min xera bû"

ji ber ku ev peyam tu rave an jî pênasek nahewîne.

lê ev peyam rast e: "pirsa ku ji bo vê rojê weke "mahsun dev ji sînemayê berda" dikare were bersivdan"

lê nivîsandina peyamek wisa hinekî zehmet e û xwendina wê jî ne xweş e. ne xwezayî ye, loma.

an divê mirov van mijaran derî formatê bigire û weke mijarên taybet bihesibîne, an jî divê mijarên wisa ji holê rake.



-------------------------------------



ger mijar "we îro çi xwar be"



ev peyam çewt e: "pîvaz"

ji ber ku ev peyam rasterast bersiva mijarê ye. tirşikê de armanca her peyamekê ew e ku "mijarê" rave bike û bide nasîn. lê "pîvaz" tiştekî wisa nake. tenê bersiv dide mijarê, ev jî tiştekî rast e.

lê ev peyam rast e: "meraqek berdayî ye û nîşaneya betalbûyîna tirşikvanan e. te çi jê ye?"

weke hûn dibînin, di vê peyamê de pêşîn me mijarê rave kir, piştî raveyê êdî nivîsandin azad e.



26.03.2014 22:18 | simurg56

11. formata ku bi ya min ev xal jî dikare lê were zêdekirin:



- peyamên ku mijar tê de kirde/kirar be jî li gorî formatê rast in.



weke mînak mijar "roj tv" be ev peyam wê demê ne xelet e:

- li ser hodbirdê weşanê dike



vê mînakê de roj tv kirar e. şûna ku mirov li pêşiya hevokê "tvya ku" binivîse, wisa kurt binivîse jî bi ya min ne problem e.



15.11.2013 20:55 | simurg56

2. pênase: formata ku tunebûna wê aniha zêde bal nakişîne.

ji ber ku tirşikê de aniha gûftûgoyên germ û dijwar naqewimîn, rêzlênegirtina bo formatê bal nakişîne lê ger nivîskarên ku fikrên wan cuda bin mijarekê de gûftûgoyê bikin, weke foruman rasterast bersivdana hev wê ne xweş be û wê gelek dîqat bikişîne. lê ger weke formata ferhengên înteraktîf bersivdana hev were kirin wê asta axaftin û nivîsandinê were parastin.



06.07.2013 12:53 | simurg56

1. formata ku piraniya ferhengên înteraktîf de nêzikî hev in.

---çima format?;-----
weke tu jî dizanî, malpera tişikê eslê xwe de ferheng e. lê ferhengek cuda ye. vê ferhengê de ji bo peyvên weke "asîd" jî pênas û rave heye; ji bo navên weke "yaşar kemal" jî pênas û rave heye ; û ji bûyerên weke "3.7.2013 derbeya misirê" de jî pênas û rave hene.
yanî ferhenga tirşikê de hemû tiştên li gerdûnê, bi pênesan tên ravekirin û vegotin.

---armanca formatê;--
armanca wê ew e ku;
- mirov bêyî ku şer bikin, bikarin agahiyan parve bikin û rexne, şîroveyan bikin
- weke foruman mirov bersiv nedin hev û ferheng nebe weke axaftina rû bi rû, û takekesî.

ji ber van sedeman û ji bo van armancan, li gorî formata tirşikê, pêwist e her peyama ku nivîskarekê nivîsiye, pênasek bihewîne. pênas; peyv an jî hevokên ku tişta tê behskirin, rave dikin/vedibêjin û didin nasîn, in.

weke mînak; ger mijar ahmet kaya be, pêwist e peyam tiştekî wisa be;

mînak 1: "stranbêjek kurd e."
mînak 2: "ne tu mirov e!"
mînak 3: "zilam e."

weke tê dîtin her mînakê de, esseh pênasek heye. mînakên li jor hemû jî rast in.

--------------------------------------

piştî ku mirov pênasek çêkir, dûre çi bixwaze dikare binivîse; dikare fikrên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe û hwd. bike.
weke mînaka li jêr:

mînak 4: "stranbêjek navdar e ku eslê xwe kurd e lê stranên tirkî gotiye. ez bixwe ji stranên wî hez dikim lê tişta ku dike ne xizmeta gelê kurd e. tê bîra min carekê çûbûm konsera wî falan û fîlan..."

ji aliyê din ve, mînaka li jêr ne rast e;

mînak 5: "ez jê hez nakim."
ev mînak şaş e, ji ber ku pênas nahewîne. yanî nabêje ka "ahmêt kaya" çi ye an jî ne çi ye.

-------------------------------------------------

ger pênas tune be, nexwe divê peyam tenê bnr'yek bihewîne. (ku bi vî awayî nivîskar şîrove û pênas nake lê qet nebe xwendevanan beraliyê mijarek din dike.)

mînak 6: "(bnr: hunermendên kurd yên navdar)"

vê formatê de eslê xwe de bi naveroka bnr'yê jî peyam dikare were dayîn.

mînak 7: "(bnr: ne hez dikim ne guhdar dikim)"

---------------------------------------------------

ji xenî meseleya pênasan. meseleyek din jî ew ku divê nivîskar rasterast bersiv nedin hev û din. weke mînak ger em bêjina mijar "bdp" ye;

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "nivîskar ehmed, serî tu yî pîvaz jî bila biçe qûna te!"

ev mînak şaş e. nivîskar nikarin weke li foruman wisa bersivê bidin hev û din.

lê mînaka li jêr dibe (mijar dîsa bdp ye);

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "partiya ku bûye benîştê devê mirovên ku heyata xwe de ji xeynî xwarina meqerneyên akpê tu tiştî nekirine û niha hatine li vir partiya kurdan reş dikin. dixwazim ji van ehmeqan bipirsim gelo...."

mînaka li jor rast e. ji ber ku nivîskar mihemed pênasa xwe kiriye, bêyî ku nav bide bersivek giştî jî daye nivîskarên weke ehmed.

------------------------------------------------

- Her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

-----------------------------------------------

Di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî qedexe ye. Navê mijaran dikare bi zimanên biyanî be. Lê naveroka peyaman divê bi kurdî be. weke mînak mijara sevgi duvarı dikare were vekirin û di peyamê de mirov dikare bi kurdî behsa vê stranê bike û gotinên stranê jî bi tirkî parve bike. lê nabe ku peyam bi temamî tirkî be û şîroveyên bi tirkî bihewîne.

-----------------------------------------------

Em niviskarên pêşîn ên ferhengê ne, loma ji bo me ev qeyde gelek giring in. Dema bikarhênerek nû bê ferhengê hewceye formatê baş têbigihe û gora wê tevbigere.
vêga ji ber ku gelek nivîskarên me cara ewil bi tirşikê, ferhengên înteraktîf nas kirine û haya wan zêde ji formatê tune ne, em toleransê nîşan didin. lê ji nivîskarên xwe yên kevin û yên nû daxwaz dikin ku hingî ji wan tê gorî formatê tev bigerin. ji ber ku piştî bingeha tirşikê rûnişt, wê ev qayde bibe sedema şikayetkirin û jêbirina peyaman.



06.07.2013 11:04 ~2017.06.23 00:25 | simurg56