Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nisêbîn] de;

38. bajaroka ku gerîla berxwedanek efsanewî li wê derê dikin. lê ji bo çi?

îro nebe sibe, vê mehê nebe piştî 2 mehan wê dewlet vê navçeyê bistîne. û ez mizginiyê bidim we: her xortê ku aniha li nisêbînê ye, wê di nava 1-2 mehan de bimirin.



dewlet êdî behsa ji dûr ve hilweşandina xaniyan dike. wê ji bajêr vekişin û bi îstîxbarata abeyan, ji dûr ve gule bibarînin ser xortên me.



pkk taktîkek çawa dimeşîne fêhm nakim. kesek jî nas nakim ku fêhm bike. gelo xortên ku vê çarenûsê didin ber çavan çi fêhm kirine.. nizanim. ew xortên ku wê li wir di nava 1-2 mehan de bimirin, gelo nikariyana xwe ji dijminê xwe re bikirana fîşekên xef ku kes nizane ji ku hat û ber bi ku ve çû?



11.04.2016 19:13 ~19:19 | simurg56