Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taxa demîrtaşê ya mêrsînê] de;

1. yek ji gettoyên mêrsînê ye û meheleya min e. min îro dengê xwe li wir bi kar anî.

weke gelek taxên kurdan serê wê jî bi xortên diz û esrarkeş, ketiye belayê.

ya ku mirov aciz dike ew e ku bdpê ji bo muxtariyê piştgirî daye zilameke ji vê derdorê. tê gotin ku, ji bo ku dengên bêdlîsiyan bistîne, wisa kiriye lê ji bo vê yekê tu hêcetek guncan tune.

herkes dizane ku vî zilamî hilbijartinên borî, %100 ji bo chpê kar kiriye.

wellehî min bixwe ji bo muxtariyê dengê xwe neda wî û da zilamek tirk. jiyana xwe de, cara yekemîn e ku min dengê xwe nedaye namzetê bdpê.



30.03.2014 18:43 | simurg56