Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çala reş] de;

1. an jî qula reş. bi îngîlîzî; black hole

di fezayê de, ji bo wan navendan/tiştan/nuqteyan tê gotin ku hecma wan tune lê giraniya wê, girseya wê bêdawî ye. ji ber vê yekê jî li van deran hêza erdkêşiyê ewqas zêde ye ku tu tişta nikare ji van deran bireve. ev çal/qul her tiştî ber bi xwe ve dikişînin û wan tune dikin. heta tîrêjên ronahiyê jî ji ber hêza kişandina van çalan ditewe û riya xwe wenda dike.



eslê xwe de cara ewil di sedsala 18. de behsa îhtîmala hebûna wan hatiye kirin lê encax sedsala 20. de ji aliyê Albert Einstein ve bi awayeke rêk û pêk hatiye ravekirin.



çalên reş, di dawiya pêvajoya werara stêrkan de derdikeve holê. hemû stêrk dema dimirin nabin çalek reş. lê hinek ji wan ber bi çala reş ve diguherin.



20.04.2014 18:18 | simurg56