Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo fêm kirina feqîran rojî girtin] de;

2. ne tiştekî ferz e.

mirov rojî negire jî dikare rewşa xizanan fêhm bike, ji aliyê din ve rojî bigire jî dikare halê wan fêhm neke (bnr: ez ji xwe dizanim)

ji ber ku kesê birçî, zêdetir xwe difikire, bawer nakim ku vî halê xwe de empatîyê bike.

lê dema birçibûnê bijî, dikare ji halê xwe re şikir bike. yanî ne rasterast lê bi vî awayî dikare halê feqîran fêhm bike.

tabî ev jî heye; armanca rojîgirtinê ne tenê ev e jixwe. jixwe belkî armancek wisa tune be jî. (bnr: alîkarî bike tirşik)

ji ber ku jixwe ji bo tu xizanan fêhm bikî û alîkariya wan bikî, ne lazim e ku rojî bigirî. lewra zekat jixwe li ser te ferz e.

di vir de armanc -weke piraniya îbadetan- zêdetir derbarê te ye; nasîna xwe, şikirkirina ji bo halê xwe, terbiyakirina nefsa xwe, fedakariya bo razibûna xwedê...



10.07.2013 09:52 | simurg56