Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojhan beken] de;

7. bi qasê ji hevpeyvîna li jor tê fêhmkirin, ji kurdbûnê îstîfa kiriye.
ji ber ku di hevpeyvînê de, navê rojhan ji nav navê xwe derxistiye û qet behsê nekiriye ku albûmên wî kurdî bûn an jî qet navê albûmên xwe jî negotiye. di hevpeyvînê de tenê li cihekê navê agirê jîyan derbas dibe û hew.
hemû stîla xwe jî guhertîye, ew rockerê ku di bergên albûmên xwe de hewl dida ku xwe wek yekî hişk nîşan bide çûye. vê carê xwe ewqas nermik kiriye û bi pisîka xwe pozekî wisa daye ku tê bê jî hestî lê nemaye.
di ser de jî di organîzasyonekî de marşa tirkan gotiye.

li gorî texmîna min, dilê wî ji kurdan maye û poşman bûye ku piştî wî emrî hînî kurdî bûye. niha ji bo zimanê tirkî dixebite. pirtûka wî jî têra xwe hatîye firotin.

di binê vê mijarê de behsa îdîaya şerê wî û rotînda hatibû kirin û ev yek wek sedema devjêberdana wî ya mûzîkê hatibû nîşandan. me derbarê de agahîyek dîtir jî peyda nekir paşê. di twîtta ku li jor hatiye parvekirin de jî vê carê wisa hatîye îdîakirin ku ewî klbek şandîye bo mmcyê lê ji ber ku tê de dayîkek davbigirî heye û ev yek wê gelê kurd lawaz nîşan bide, klîp nehatîye weşandin û wî jî falan fîlan biryaran standiye.

dîsa li jor di peyamekî din de behsa wê yekê tê kirin ku rotînda evîna beşerî rexne kiriye û pesna evîna bo serok daye fîlan... eger rast be, ev ji meseleya din jî hetîketîtir e. û dema min vê bihîst strana rotînda ya carna hat bîra min. wê stranê her tim bala min kişandiye ji ber ku tê de behsa evîna di navbera şervanan de tê kirin ku evînek platonîk an jî xef e û belkî homoseksûel e. (ji ber ku em ji gotinan fêhm dikin ku hezkirî mêr e.)



loma nabe ku rotînda rexneyek wisa kiribe, nexwe wê gelek komîk û absûrd be ji bo rotînda.

xuya ye dev ji nivîsandiye romana xwe jî berdaye. em çi bêjin, ji bo tirkan ser xêrê be. lê ger dewam bikira wê ji bo rocka kurdî baş bûya. albûma wî hê jî di pirtûkxaneya min de ye.



07.01.2020 22:44 ~22:44 | simurg56

5. stranbêjê ku vaye çend sal in deng jê nayê. herî dawn min bihîstibû ku dev ji mûzîkê berdide û dest bi nivîsandina romanekê dike. lê paşê deng jê derneket.
min agahiyek di derbarê rewşa wî de peyda nekir.



20.11.2017 22:54 | simurg56

4. (bnr: aparlor)

rockvanê kevin e. ger gotinên li jor yên derbarê wî û rotînda de rast bin, îhtîmalek mezin rotînda neheqiyê kiriye.

mirov divê heneqan bêwijdan li mirovên rojî neke. berfirehiya bûyerê nizanim, lê dizanim ku dema mirov rojî be û ehmeqeke were û bêje rojîgirtina te beredayî ye an jî baweriya te pûç e fîlan; mirov dixwaze hema tişta herî hişk ya li derdorê li ser wî/wê bixe. belkî meseleya wan jî ev be.



10.06.2014 17:47 | simurg56

1. mûzîkjeneke kurd e ku rock mûzîkê çêdike.

navê wî rastîn ez bawer im rojhan alaaddin beken e.

eseh ne rockvanê yekemîn yê kurd e. berî wî rockurd, koma rewşen, koma welat (kerem gedenzerî) û hwd. hebûn.



beken, sala 1974dan de li mêrdînê hatiye dinyayê. li serêkaniyê mezin bûye. li zanîngeha trakyayê fakûlteya perwerdeyê dixwîne. mamosteyê zimanê tirkî ye.

piştî bala xwe da mûzîkê, bi salên dirêj gel haluk levent xebitî. mûzîk û gotinên hinek stranên haluk levent aidê rojhan beken in. weke mînak gotinên strana haluk levent ya mülteci aîdê beken e.

min bihîstibû ku haluk levent jê re gotiye ku çima zimanê xwe de nastire û li ser vê yekê beken hînî kurdî dibe û albûma xwe ya yeke "lawo - 2004" derdixe.

jixwe dema mirov li stranên wî guhdar dike, tê derdixe ku wî zimanê kurdî bi dû re hîn bûye.

navê albûma wî ya dûyemîn jî "evîna azadî - 2006" ye.



stranên rojhan beken de mirov gellllek baş tesîra haluk levent dibîne. min ji hevalê xwe yê tirk re da guhdar kirin û jê pirsî "tarza wî dişibe kê?" gotin: "bêguman haluk levent"



bi qasê min jê fêhm kiriye, beken, gelek popûlîst e. heçko rock mûzîka kurdî bi wî destpê kiribe diaxive. xwedî egoyek bilind e.

ji ber wê jî derdora rêxistinê jê hez nekir, ya rastî gel bixwe zêde jê hez nekir û lê xwedî derneket. ji ber ku gelê kurd, xelkek ku berxwedana hebûn-nebûnê dide, pêwist e hûnermendên vî gelî takekesî nefikirin. ez bawer im, ji ber ku rojhan nav gelê xwe de, nav têkoşînê de mezin nebûye, vê rastiyê nizane.



aha ji ber van tiştan dev ji mûzîka kurdî berda. belkî pêşerojê de dîsa vegere lê aniah romaneke bi tirkîd dinivîse: (bnr: serçe katili)

pêvajoya nivîsîna pirtûka wî dikare ji vir were şoğandin: http://serce-katili.tr.gg



10.07.2013 10:28 | simurg56