Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [payîz] de;

11. strabêjek ji albûma olana bajêr bû. bi cara ewil bi wê albûmê nas kir. di wir de strana payîzê digot. dengê wî xweş e.




di qenala wî ya youtubeê de çend coverên wî hene: Here lînkê
weke din xebatekî wî yê din xuya nake.

dengê wî û ji wê zêdetir stîla wî hinekî dişibînim teoman. niha nikarim mînak ji stranên teoman bidim lê dema cara ewil min lê guhdar kir, wê hestê li min peyda kir ku li teoman guhdar dikim. hest, melankolî an jî deng... tiştekî ew anî bîra min.

ji hevpeyvîna wî;
"Ji Amedê me û li Amedê dijim. Di biçûkatiya min de min her roj bi saetan li muzikê guhdar dikir û gava ku ez tenê dimam, min disitrand. Lê tu car zemîna ku ez muzikê çêbikim ava nedibû. Piştre ez çûm zanîngehê, têkiliya min û muzikê hinekî zêdetir berdewam kir. Lê ez hê jî tênegihiştim ku muzike di serê xwe de çêbikim. Pirsgirêkên civakî û aborî pir fersend nadin ku em muzîka di hişê xwe de çêbikin lê min tu car jî dev ji muzîkê bernedaye. Ez bawer im ku pir kesên wek min hene. Muzîk ji bo min wek dermanekî ye. Pir caran ez xwe bi rêya muzîkê fêm dikim uû bi muzîkê xwe didim fêmkirin. Ji bo hunereke azad zemînek nîne. Vê pêşbirkê biçûk yan jî mezin zeminek ava kir. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev tiştek girîng bû.

Armaca min a tevlibûna vê pêşbirkê ne daxwaza ser keftinê bû, ji ber ku di dîroka kurdan de cara yekemîn kovareke wiha derket û min jî xwest ez tev lê bibim û bibînim bê stranên min ji aliyê muzîkjenan ve çawa têne nirxandin? Gelo stranên min dê ji aliyê kesên din ve bên
guhdarîkirin û hezkirin yan na, Min xwest bersivekê ji van pirsan re bibînim.

Min ev stran şes sal bêrê çêkiribû û min roja dawiyê serî li pêşbirkê da û dema agahî hat ku strana min jî hatîye hilbijartin ez gelek kêfxweş bûm. Ji vir şûn de heta ji destê min bê ez ê xebatên xwe yên muzîkê bi ceribandinê nû berdewam bikim."


gotinên stranê:
---------------
Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya

Erê payîz ma tu ewqas dibeecî
Ey payîz her sal ewqas pel diweşînî
Her sal ba û bablîskan diafirînî
Qet naçike ew bêhna te?
Bo çi ye ew telaş, ecele û lîl?
Li dû te berf , baran û bahoz
Çi kirine bişkokên xwezayê bireng?
Wan ji kokê ve radikî
Daristan dikî tik û tazî

Ji bo çi?
L’ pey xwe zivistanê dişînî û berfê didî lêkirin
Bi kemna spî kujdarîyên xwe vedişêrî

Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya



09.12.2019 20:02 ~20:05 | simurg56