Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xerabûyîtiya kesayetê ya obsesîf kompulsîv] de;

1. nexweşiyek psîkîyatrîk e. nexweş xwediyê hinek obsesyonan e. weke mînak qedehek çayê ku maye nîvço bibîne, aciz dibe, dilê wî digivişe, moralê wî/wê xera dibe û hwd. ew bixwe jî dizane ku fikrek bêwate û bêmantiq e lê nikare xwe.



vê nexweşiyê de ev obsesyonên mirov dibin sedema kompulsiyonan. yanî tevgerên ku mirov dema wan dike, dilê xwe rihet dike.

weke mînak, dema qedehek çaya nîvçomayî dibîne nikae xwe bigire û diçe wê dirîjîne. her cara ku çayek wisa bibîne, diçe wê çaya mayî dirijîne. ev mînakek hêsan û bêguneh e, lê carina tiştên bi rastî jî ecêb çêdibin.



weke mînak carekê rastî nexweşek hatibûn ku digot kengê patronê xwe dibînim, xeyal dikim ku bi wî re seksê dikim. nexweş bixwe jî mêr bû. û digot ez misilmanên, hûn min bikujin jî nikarim tiştek wisa bikim, dizanim tiştek nebaş e û jê nefret dikim, lê ez nikarim mejiyê xwe bisekinînim û hwd.



ji bo tedawiya wê seansên terapiyê fîlan hene û hinek derman jî tên bikaranîn. serî de dermanên ssri (Selective serotonin reuptake inhibitor)



05.05.2014 20:26 | simurg56