Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mastfirosh

profîla "mastfirosh"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etmanekî] de;

4. Gelek in, belkî yek ji eşîrên herî mezin û herî berbelaw e li welat. Ji lew re hema bibêje li her derê welat peyda dibin; ji Serhedê heta deşta Pirsûsê li gelek deveran in. Îcar tiştê pê dizanim navenda wan, li Geliyê Bilîsê ye, navçeya Xana Hawêl a Sêrtê. Gundê Qesrê ku li gelî dimîne, gundê axayê wan e. navê wî wisa bi bawer im Hasan AÇIK e.

Li vê navçeyê wekî çend bavik ji hev belaw dibin; Mala Sersem û Mala Badir du ji van bavikan in.

Di kilama Filîtê Quto de behsa şerê Etmanekî û Reşkotiyan tê kirin.



14.01.2017 16:41 | mastfirosh