Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yevgenî yevtûşenko] de;

1. Yevgenî Yevtûşenko an jî Yevgenî Aleksandrovîç Yevtûşenko (z. 18'ê tîrmeha 1933'an, li Zîma, herêma Îrkutskê, Rûsya) helbestvanekî rûsî ye.



Dema Ruyê Te Hilat

Dema rûyê te hilat

li ser jiyana min a eçiqandî

çi tunebûye di destê min de, min giş dît

Lê tîrêja rûyê te di dûv re

tîrêja rûyê te

ya ku dibiriqe li ser daristanan li ser çeman û bahran

bû destpêka min li cîhanek rengîn

li cîhanek min qet gav neavêtibûyê.

Werê ditirsim,ez werê ditirsim ku

ev roja ku ji nişkê ve ket jiyana min biqede rojekê

ev best biqedin

ev hêstir,ev coş biqedin.

Dijmintiyê nakim ji vê tirsê re

lewra jê hezdikim ez û xwedîdikim wê

ez yê ku nikare tiştekî xwedî bike

ez,notirvanê hejhejok yê hezê.

Tirs min dixe paxla xwe

Dizanim ev deqîqe kin in

dizanim,rengê çavê min wê biheşife

dema ruyê te biçe ava.



18.07.2013 21:10 | cirano