Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [semyon kîrsanov] de;

1. Helbestvanekî sovyet 'ê ye...



HÊLINA BÊDENG



Li hêlîna bêdeng nuha

tirs çaralî ye



wek ajalên dilkovan

dikin qêrîn derî



û ji kûr ve dide grî

maseya ku tenê ma ye



quncên kêmron jî

bi tirsdanokan tije ne...



Hêlîna bêdeng e va

du caran bêdeng



li quncikan nuha

xeyaletên kevn he ne:



gotinên evînê,kenîn

tîrêja lo zemano...



û spehiya dîwaran!

û siyên windayî



yê wan herdu kesan...

ka li kuder in ew ken ,



ew qêrîn,ew grîyîn?

ma giş xeyalbûn gelo?



Hêlîna bêdeng e va

bêrih bêcan...

hêlîna bêdeng e

bêkes,valakirî...

tenê gotinên acisiyê

û nêrînên çilmisî...



Û em:Du xerîb.



18.07.2013 21:26 | cirano