Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şahlûr] de;

1. Şehlûr, şalûl, şalûr, şahlûr,şarûn an mêşxwur (bi latînî, Merops apiaster) çûkekî koçber e.pirr rengîn e. Li ser çavê wî kilek reş û li bin qirika wî jî xetek reş he ye. Nikulê wî yê reş û dirêj hinek berjêr ve ye. Bazikên wî sertûj, teriya wî dirêj e. Fira wî pêlane ye û di firînê axilbe difîkîne.

Hêlina xwe li nêzî avan li cihên ji aliyê kêzan ve dewlemend di qûmê de yan jî di axa sist de çêdike. Hêlîna wan teng û dirêj e. Carinan dirêjahiya hêlînê 2 metroyan jî derbas dike. Bi mêş, moz,kêz û kurmikan xwe xwedî dike. Bi colan dijîn.

Şahlûrê nêr dema bixwaze nêzikî ya mê bibe divê mêşek,kêzikek yan jî kuliyek zevt bike û jê re diyarî bike. Şahlûra mê heyta ku vê mêşê nexwe nahêle yê nêr nêzî bibe û têkeve têkiliya cinsî.





19.07.2013 00:34 | cirano