Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bertolt brecht] de;

1. helbestvan û nivîskarê û derhênerê tîyatroyê ê Elman.damezrênerê tiyatroya epîk...





GENERALÊ MIN TANQA WE ÇI BIHÊZ E



Tanqa we çi bihêz e generalê min

heger têkevê dikare paqij bike daristanekê

dikare bipelçiqîne sed merevan

lê kêmasiyek wê he ye

ajokarek jê re divê



Teyareya we ya bombebaranê çi bihêz e generalê min

ji babîsokê zûtir difre, ji fîlê bi hêztir

lê kêmasiyek wê he ye

hosteyek jê re divê



Ev merev çiqas jêhatiye generalê min

dizane bifre,dizane bikuje

lê kêmasiyek wî he ye

dizane bifikre.







DIXWAZIM



Dixwazim herim bi delala xwe re

dixwazim guhnedim çewabûna dawiyê

dixwazim nefikirim baş e yan xerab

dixwazim nizanibim ji min hezdike gelo?

dixwazim herim bi delala xwe re.

BERTOLT BRECHT



19.07.2013 15:08 | cirano