Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jacques prevert] de;

1. Jacques Prévert (z. 4'ê reşemiyê, 1900 - m. 11'ê avrêlê, 1977) helbestvanekî surrealîst yê fransî ye. Di sala 1900'an de li Neuilly-sur-Seineyê çavê xwe ji jiyanê re vekiriye û di sala 1977' de jî li Omonville-la-Petiteyê girtiye.

Di sala 1930'î de berhema wî ya yekem di kovara Bifur dihê weşandin. Di sala 1948'an de helbestên xwe yên ku heyta wê rojê di gelek rojname û kovaran de hatine weşandin li bin navê Paroles berhev dike û diweşîne. Diyalogên fîlmên ku Marcel Carné derhênerîya wan dikir nivîsand.

Gelek helbestên wî ji aliyê Joseph Kosma ve hatin beste kirin.





HEZ DIKENE



Dema şêrê biçûk xwarinê dixwe

Şêra mê ciwan dibe

Dema agir para xwe dixwaze

Ax soromoro dibe

Dema mirin qala hezê dike

Jiyan vediceniqe

Dema jiyan qala mirinê dike

Hez dikene



19.07.2013 15:36 | cirano