Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [furug ferruhzad] de;

2. şevî din kesekê bi rêya mesaja berîkê ji min re şand û min jî wergerand kurmancî



çûk tenê çûkek bû



çûk gote ev çi bêhn e ox ev çi roj e

buhar hatiye

û ez ê herim hevalê/a xwe bibînim



çûk ji kêleka sifîrnekê

friya,weke agahiyekê friya û çû

çûk biçûk bû

çûk nedifikirî

çûk rojname nedixwend

deynê çûkê/o tune bû

çûk mirovan nas nedikir



çûk li hewayê

li ser tîrêjên tahlûkeyê

di bilindahiya bê agahiyê de difiriya

û demên hêşîn

weke dînan diceriband



çûk,ax,tenê çûkek bû.



















23.07.2013 21:30 | cirano

1. furûg ferrûhzad (5 rêbendan 1935 - 13 Sibat 1967), helbestvan,nivîskar,leystikvan,wênesaz û derhêner ê îranî.



zaroka 7. a Muhammed Ferruhzad û Turan Veziri Tebar e.Hê 16 salî bûye bi pervez şapûr re dizewice.Jê kurrekî wê çêdibe.Piştî ew û mêrê xwe dev ji hev berdan

dadgehê kurrê wan ê ku navê wî kamiyar e da bavê wî.careke din kurrê xwe nedît.

vegeriya Texranê u pirtûka xwe a yekem a helbestan ku navê wê hêsîr bû çap kir.

paşî dema ku 22 salî bû nivîskar û derhêner ibrahim gulustan nas kir û pê re diçe ewropayê û dest bi sînemayê dike. di vê pêvajoyê de du pirtûkên nû bi navê dîwar û

serhildan derdixe.di 1962 an de vedigere tahranê belgefîlmek dikşîne.ev fîlm li îtalyayê di pêşbirekê de xelata yekemîn digre.di 1963 an de jî fîlmek bi navê mala reş

dikşîne.Ev fîlm jî di festîvala filman ober havzen a elmanyayê de xelat e mezin digre.



di sala 1967 an de hê 33 salî bû qezeyek trafîkê derbas dike û dimre.



Di helbesta îranê de xwediyê ciyekî mezin û bilind e...





ji dûran hatî tu

ji welatê bêhn û tîrêjan

nuha di kelekekê de ne ez û te

min bive tu lê hêviya min a ku dil miz dide

min bive bajarê hebest û coşiyan



23.07.2013 21:05 | cirano