Tirşik - Profîl
tirşik-profîla filankes

profîla "filankes"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komkujiya li rojavaya kurdistanê] de;

1. komkujiya ku anha li helebê pêk tê ye. dema ku mijar bibe kurd, esad û mûxalîf, tirk û ereb, misilman û kafir tev dibin yek û kêrên xwe bo kuştina me amade dikin. disa mina gurên boz ên har û devxwîn hatin ser me, dîsa zarok nehiştin li kolanan.

Lê çi ye ev bêdengî.

kerr bûye hemû cihan.

toz e, xubar e, bombe û baran e ku tevli xwîna zarokên şeşsalî dibe.

êdî bo şiyarbûna me çend kuştin divên?

xuya ye birano; ne şaristaniya rojavayê ne ji olperestiya rojhilatê cih dide ku kurd tê de bijîn. bo me tenê riyek ma. yan em ê bi tekoşînek ji dilopên xwîn En xwe yên dawî geşbûyî jiyana xwe ava bikin; yan jî em ê di destê hirç û gurên hov de li benda mirin û tunebûna xwe bin.



03.08.2013 04:37 | filankes