Tirşik - Profîl
tirşik-profîla filankes

profîla "filankes"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê] de;

3. buyera ku ji ber nebaşzanîna affabê û kêmasiya perwerdehiyê rûdide ye.

mixabin hê jî gelek kes ji cûdahiya navbera u-û, v-w, e-ê... ne haydar e. Ji alîkî din ve ji zimanzanên kurd jî ne haydar in ku tîpên k-t-p ji bo nişandana du fonêman di carek de tê bikaranîn, û bi vî awayî fonêmên serbixwe di zimanê nivîskî de wek allofonên fonêmêkê yekane tên femkirin. û x'ya bideng jî tune tê hesibandin. mesela dema ku em dibêjin "bexda", x'ya ku em bikartînin qonsonantekê bideng e.



ev gotina k-ya nerm, t-ya nerm, p-ya nerm şaşiya keran e.

hevalno têgînên bi vî rengî di dibistanên seratayî de ji bo ku zarok bi hêsantir fêr bibin tên bikaranîn, lê zimannasên me di enstîtuyan ve wana wekê termên zanîstî bikartînin, û mirov cina dixin. yanê di disîplîna lîgûsîtîkê de bikaranînên wiha nîn e. (terma 'kumik' jî her wiha..)



bi kurt û kurmancî, nezanî bi temamî ne ya gel e, kesên ku xwe di bin banê zanîstê de vedişêrin û dibên "em zimanzan in, nizam çi ne" bingeha vê nezaniyê tije dikin.



xebat xebat û xebat. ev e çarenûs.



19.09.2013 01:49 | filankes