3. Dema ez 12 salî bûm dibistan bihatine girtin ez jî 3 mehên havînê diçûm medreseyê. Yên medreseyê de hemî ji min mezintir bûn û kitêbên rêzê (ji binayê dest pê dike heya cem'ûl cewamiê nêzîkê 15 pirtûk tên xwendin û hin derên wan jî têne jiber kirin) dixwendin. Min nû ji elîf bêyê dest pê kir. Vêca her êvara înê em hemî feqe bi pêşengiya seydayê medreseyê kom dibûn û me zikir dikir. Min bi aqilê xwe yê zarokî tiştek ji zikirê fêm nedikir. Herkesî çavê xwe digirt. 99 caran Allah, 99 caran la îlahe îllallah, 99 caran Allahû heyyûn (yanî Xwedê zindî ye) digot. Vêca dema zikir dewam dikir hin feqe diketin cezbê û xwe winda dikirin. Min jî meraq dikir û çavê xwe di vekir. Feqeyên diketin cezbê xwe li erdê didan, diketin ser ling û kabên me. |
|
27.11.2019 01:00 ~01:01 |
nan û av
|