Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêcirman] de;

1. Gundekê girêdayî navçeya kercewsê a girêdayî Batmanê ye. Bi qasê tê gotin kesekê bi navê seyîd Bilal di sala 1154ê de ji Bexdayê hatiye herêma torê. Mîrê herêmê di demê nêçîrê de niyet e kêvroşkekê bikûjê lê kêvroşk diçê ber lingê Seyîd Bilal disekinê. Mîr şaş dibê ji Seyîd Bilal hez dikê. Li wê herêmê parçek ax didê Seyîd Bilal û dibêjê li vir ji xwe re gundekî ava bike. Seyîd Bilal gund ava dikê. Mîr ji ber hurmetê ji Seyid Bilal bacê nastîne. Ev kevneşopî her ku diçê dewam dikê. Di dema Osmaniyan de jî hem ji hurmetê hem jî ji ber zekat li Seyîdan naçê ( Seyîd ew kesên ku ji malbata Mihemed pêxember tên. Di îslamê de kesên ehlê beytê yanî yên ji malbata pêxember bin zekat li wan naçê) da ku bi standina bacê dahata wan kêm nebê ji wan bac nehatiye standin. Piştî avabûna Tirkiyê heya salên 1980yê jî navê fermî yê gund Bêcirman bû. Lê 1980yê de weke tu rabê heqaretê li kesên vî gundî de ne bikê navê gund kirin "Vergîlî".
di sala 2014ê navê gund bi fermî kirin Bêcirman.
Here lînkê



27.11.2019 23:31 ~23:34 | nan û av