Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qesra elo dîno] de;

1. Kelehek e ku dikevê bin gundê Bafê yê Navçeya Hezexê ve girêdayî ye. Keleh li rexê çemê Dîcleyê ye. Naha ji kelehê tenê diwarekê ku deriyek û du pencere lê ne maye. Di demê xwe de Elo dîno rêbirr (korsan) bû. kelekên ku ji Amedê diçûn Cizîrê an jî Musilê pêşiya wan digirt û bac ji wan distand. Zincîrek ji aliyekî heta aliyê din kişandibû û dema kelek dihatin bi wê zincîrê rêya rêwiyan digirt.
Dawiya dawî bi deq û dolaban ji aliyê mîrê Botan ve tê kuştin.



30.12.2019 00:08 | nan û av