Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîlmên mahsun kırmızıgül] de;

1. Flîmên kû mirov tiştekî ji wan NAYÊ fêmKIRIN e. Mêrik di flîmên xwe de xwe ji mijarekî di qevizînê mijarek dî. Di flîmên wî de 5–6 mijar derbas dibin lê taze behsa yekî jî ji van mijara nakê. Weke mînak di flîmê xwe yê bi navê Güneşi Gördüm (Min tav dît – Min roj dît) de xwestiye li ser şerê navbera pkkê û dewletê bisekinê. Lê nêrîna wî ya meseleyê mixabin ne objektiv e. Nêrîna wî ji nêrîna fermî a dewletê ye. Li gor flîm di pevçûnekê de ji pkkê nêzîkî 10–12 gerîlla şehîd dikevin. Lê wendayiyên eskeran tenê 2–3 ne. Yanî eynî wek zîhnîyeta dewletê a dema kû di pevçûnan de wendayiyên pkkê 3-4 qat ji yên xwe zêdetir nîşan didê ye. Di cihek dî jî yê flîm de leşkerên tirka têne gund û ji gundiya dixwaz in kû gund vala bikin. Lê ne bi awayek hişk. Tê bibêjê qey leşker sed rica ji gundiyan dikin kû gundên xwe vala bikin. Lê kesên kû ji gundên xwe terikîn di dizanên kû leşkeran ti mohlet ne daye wan. Kesê tiştên xwe ji agir xilas kirî hema gund di terikand e. Ne tenê şewitandin. Yên bihistî dizanin kû di sala 1994ê du gundên şirnex yên bi navê gever (kuşkonar) û bêsûke (Koçağılı) ji aliyê balafirên şer ve hatibûn bombebaran kirin û di vê bûyerê de 38 gundî hatibûn kuştin.(http://www.gazetediyarbakir.com/haber-7339-Meger-o-koyleri-asker-bombalamis.html) Di derek din de leşker dema têne gund di destên wan de şekir û çîkolata hene û wan şekir û çîkolatayan didin zarokên gundiyan. Yên dizanê dema kû leşker dihatin gund gundî di meydana gund de kom dikirin, hinek ji wan rût dikirin, li hinekan dixistin, bav li pêşiya zarok û zecên wî rût dikirin, êdî ti kesî ji wê fihêtiya xwe ne dixwest e bijî.. Ezbenî ma ez çi bêjim û çi nebêjim. Gotine hêştirê (deveyê ) pişta te xwahr e, hêştirê gotiye ma kî dera min rast e. Ev jî meseleya flîmên mehso ne. Ti dera flîmên wî ne rast in. Ji xwe rast bûya giregir û sermezinên dewletê ne dihatin galaya vî flîmî..



25.09.2013 19:33 | nan û av