Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xenophon] de;

1. Fîlozof, leşker, dîroknas û nivîskarekî Yunanî ye. Ji beriya zayînê nêzîkî sala 430ê hatiye dinê. Sala b.z 355ê mirî ye.. Xwendekarê Sokrates e. Berhemeka wî ya kû navê wê Hellenica ye û ji 7 cilda pêk tê heye. Lê berhema wî ya herî navdar Anabasîs(Vegera Deh hezaran) e. Ev pirtûk ji bîranînên wî yên şerê kû di navbera leşkerên yunan û persan (Farisan) de qewimiye pêk tê. Leşkerên hellen ji bo arîkariya Kyros bikin kû kyros bi karê birayê xwe Artakserkses 2ê ji desthilatiyê dûr bixê şer dikin. Ksenofon tenê behsa şer nakê. Dema ji şer di vegerin û ji bo biçin Pergamonê (Bergama ) çi hatiye serê wan yek bi yek behs dikê. Ksenofon di van bîranînên xwe de behsa kurdan jî dikê. Lê ne bi navê kurd bi navê kardukh. Di nexşeya xwe de jî welatê kurda (kurdistanê) wek kardukhia nîşan didê. Weke din behsa çend çemê kurdistanê ji dikê. Wek zap, firat, dîclê û ava bota.. Heya naha min çend çapên cûr be cûr yên vê pirtûkê dîtine û yek ji wan jî xwendiye lê tenê di çapa weşanxaneya yurtê de navê kardukhan wek kurdan hatibû wergerandibûn. Ez bawerim bi zanebûn navê kardukîyan na wergerênin û nakin kurd. Ji ber di hiş û fikrê tirkan de bineciha kurdan ne evder e an jî ji xwe milletekê xweser ê bi navê kurd berê hîç nebû ye.



07.10.2013 01:06 | nan û av