Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nanê şkeva] de;

1. Cûreyekê nan e. Ne li ser sêlê di tenûrê de tê çêkirin. Ji nanê tenûrê ziravtir û ji nanê sêlê jî stûrtir e. Dema tê çêkirin hinek dohn (ron, yax) lê tê kirin. Piştî di tenûrê de germ bû, nan dibê tebeq tebeq. Yanî ti dikarê tebeqeyên nan bi hijmêrê.. Ewqasî tama vî nanî xweş e kû mirov dikarê xwirî jî bixê. Di piçûktiya xwe de dema diya min ev nan çê dikir me hinek dohnê dî jî li rûyê nan dikir û hinek jî şekir ser de dikir û me dixwar. Tê bêjê qey me gezo dixwara. Ewqasî tama nan bi ME xweş dihat.



24.10.2013 01:14 | nan û av