Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dizên amedê] de;

5. dizên ku ji beriya naha 3 salan li taxa koşuyolu ya amedê pêşiya hevaleka me ya ku em di heman cihî de kar dikin girtibûn û ristika wê ya zêr a di stûyê wê de qetandibûn û jê dizîbûn e..Ev e çend diz li dora hevalên min digerin lê şikir ji xwedê re hê bela xwe li min nedane..



13.01.2014 00:37 | nan û av

4. Dizên ku ev nêzikî 4 sal in nêzîkî min nebûne ne.. înşellah ez li rasta wan newim jî..Ji beriya naha 3 (sê) li ber asansora apartmana ku em li diman e hevalê me yê malê zeft kiribûn û cuzdan û telefona wî jê standibûn. Lê piştî çend rojan polîsan ew diz girtin û li ser wan doz (bi tirkî dibêjin kamu davasi) hate vekirin.. paşî birayê yek ji wan dizan hate mala me û uzrê xwe ji hevalê me xwest û gote ku birayê wî ti caran dizî nekiriye û di firinekê dixebitê.. Ez ne şaş bim nêzîkî 100 lîre pere jî da hevalê me..



13.01.2014 00:33 | nan û av