Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên zarokên tirkmancan] de;

18. Navên ku ez li dibistanê pir li rastî wan tê me.
Ez ecêbmayî dîminim çawa yekê Diyarbekirî navê kurê xwe dikê Efe, an jî navê qîza xwe dikê Damla û Dîlek Su. Rojekê xanima min çûbû cem cîrana me ya jêr. Jin û mêr her du jî mamoste ne. Xanima min ji wê mamosteyê pirs kir gelo çima te navên keçên xwe bi kurdî ne danîne lê bi Tirkî danîne. (Navên keçên wê elîf û Damla ye. Gerçî Elîf bi erebî ye) wê gotibû dema mezin bibin ger navên kurdî li wan bin heye ku ji wan re pirsgirêk derkevin.
Bi fikra min yek sebeba danîna navên Tirkî li zarokên kurd ev gumana pêşerojê ye.
Ya din jî çanda Tirkan weke çandeke serdest tê dîtin. Kurd jî belkî bi vî awayî xwe piçûk dibînin û bi danîna navên Tirkî xwe ji wê rewşa derûnî rizgar dikin.



04.12.2019 22:44 | nan û av