Tirşik - Profîl
tirşik-profîla înano lo

profîla "înano lo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez nizanim tu yê êdî çi bînî serê min ê sewdeserî] de;

1. gava fêrîkê ûsiv di 1961-62'an de di radyoya yêrêwanê de bi helalî dixebitî, ji ber ku ew yekî rastgo bû, qelpî, derewî, durûtî qebûl nedikir û nivîsên sist bi paş ve dida, serekredaktorê berê dek û dolab li serê fêrîk gerand û wisa lê kir ku fêrîk ji xebatê bê derxisitn. Hingê fêrîk nivîsî: "ez nizanim tu yê êdî çi bînî serê min ê sewdeserî" Pişt re fêrîkê ûsiv helbestên xwe yên çap kirî û neçapkirî yên li ber dêst xiste çenteyekî û bire li berer deriyê malê şawitand. Û digot: "ji kê re dinivîsim?"

tesîra vê gotina fêrîk gelekî li ser min heye, heylo carinan wî û franz kafkayî berawirdî hev dikim û dikim ku bibêjim tişta ku franz kafkayî newêrî ku bike, fêrîk kir, û ji ber vî hawî gelek nimûneyên ji helbestên fêrîk negihaştin ber destê me. bira ruhê te şad be ostad.



17.07.2013 13:21 | înano lo