Tirşik - Profîl
tirşik-profîla înano lo

profîla "înano lo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bê edebî û bê hurmetiya niviskarê tirşikê] de;

14. heyra kenê guran bi halê me tê. nivîskarek ji ber ku peyama yekî ne bi dilê wî bûye radibe ku dev ji nivîsandinê berde; nivîskarek radibe nivîskarekî din rexne dike ku ji bo çi mastê wî tirş e û jê pirsan dike, nivîskarê din radibe cihaba wî dide û berevanî û parastina xwe dike ku ew mast tirş nake, û tiirşik çawa çêdibe filan û bêvan; nivîskarekî din jî radibe dibêje ku ma vir ciyê qerf û henek û qeşmeriyan e, li gorî wê em jî qerf û henekan bikin an jî em şekala xwe ji navê derxin. biracan, ev der ciyê qerf û henekan e jî, rê ketê em ê qeşmeriyên xwe bi serok û partiyan jî bikin, rê ketê em ê qeşmeriyên xwe bi hev jî bikin, rê ketê em ê ji hev re bidin çêran jî, lê ne boş û beleheq, lê ne hema wisa. yek ji mebesta tirşikê jî divê ew be ku vê ciddiyetê safî bike, ev çi ciddiyet e law, em nikarin bibêjin serê sola te xwar e. wekî ku simurg56 jî gotî ev der bû ciyê forûmê, bi ya min ne hewce ye ku meriv ji ber hin pirs û rexneyan xwe biparêze û bibêje na mebesta min ev û ev e, yên ku me dizanin jixwe dizanin, yên nizanin jî baqê nîskan e, hew. heke tehemûliya we ji qeşmeriyan re tune ye, ji keremê lê xin û herin, dê tirşik bêyî we tu tiştî ji yek û duduya xwe kêm neke.



08.09.2013 15:31 | înano lo