Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seydayê_peyvan

profîla "seydayê_peyvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [2. xelatên tirşikê] de;

32. Xelatên ku nihayet bi silametî gihane ber destê min. Min dest bi xwendina wan kir jî. Di serî de spas bo hevalên rêvebir û sersebeb, duvre spas bo mihemed ronahî û weşanxaneya ronahiyê ku van demên dawî berhemên balkêş û ciwan çap dike.



03.02.2015 23:43 | seydayê_peyvan

26. Xelatên ku êdî em çavlirê ne. Hêvidar û ricakar im ji biraderên rêvebir re ku guhertinên di nava nivîskaran de pêk hatine bidine ber çav. Bînim bîra we birakino, mesela min û brêz (bnr: hawka) pirtûkeke xwe bihev guhertibû û min kekê (bnr: simurg56)re jî ev yek gotibû. Wekî din bi hêviya ku bibe reklam û feedback bo tirşikê, bibe wesîleya nivîskarên nû.



19.01.2015 22:03 | seydayê_peyvan

13. Xelatên ku êdî em li çav li reya wan in. her gava zengilê derî bêwext lê dide em dibên qey kargo ye û pirtûkên me anîne.



22.12.2014 20:11 | seydayê_peyvan

4. Ez jî yek ji van kesên bi siûd bim, ez ê bextewar bim lewra min li lîsteya kitêbên ku wê werine belavkirin nerî xweş pirtûk in. Ji vêgava mala weşanxaneya ronahî yê û rêvebeyê tirşikê ava.



19.10.2014 23:57 | seydayê_peyvan