Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seydayê_peyvan

profîla "seydayê_peyvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhad pîrbal] de;

5. Romannûsê ku îro li, stenbolê, li weqfa îsmaîl beşikçi li ser rewşa şanoya kurdî li kurdistanê panêleke sûdewer daye.



Ferhat pîrbal got ku; Di lêkolînan de divê metotedeke me ya kurdistanî hebe; Li her derê kurd lê dijîn divê were meyzandin û were lêkolînkirin.



çend xalên ji panêlê: yekemîn rojnameya kurdî ne kurdistan e, ictîhad e û bi tirkî ye. Mêjiyê rojname û avakarên wê kurd in lê politikayên wê osmanî ye.



yekemîn şanoya kurdî di sala 1919'an de ji hêla Ebdûrehîm Rehmî Hekkarî ve hatiye nivîsîn.



Shakespeare cara yekemîn di sala 1927'an de hatiye kurdî kirin.



yekemîn car pîremêrd teksta xwe ya şanoyê nivîsiye û belavkiriye. di heman demê de di rojnameya jiyan de behsa şano, têgehên şano û girîngiya wê kiriye.



Behîce mihyedîn yekemîn şanogera kurd e ya ku em ta niha zanin.



salên 1970-80'yî serdemên zêrîn ya şanoya kurdî ye.



di derheqê şano-şanonûsiyê de behsa van navan jî bû:

ebdurrehim rehmî hekkarî

huseyin huznî hekkarî

refîk hilmî

Celîl zengene

sabaha abdurrehman

talat salan

sadun yunis

Dr.fazıl caf



04.12.2014 01:05 | seydayê_peyvan

4. akademisyen, hunermend û romannûsê ku ew ê ku êdî li zankoya mêrdîn artûkluyê ders bide. Her wiha romana wî ya dawî (bnr: heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr) bi kurmancîkirina (bnr: cetoyê zêdo) di payîza 2014'an de ji (bnr: weşanên avesta)yê derçuye.



04.12.2014 00:52 | seydayê_peyvan