Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilawerzeraq] de;

1. baksir û boksorê ciddiyetê ye.

lewre ew ji wek gele nivîskarê kurd xweş dizane ku ciddiyet veşartina herî baş a kêmasî û nexwaşîyê şexsiye. Ji ber vê yekê cirnê wi her tim nexwaşe, ciddiyeta xwe li rûyê de dide der ku çermê wî nikare hestiyê wî şidiyayî dagre. xwedêgiravî nivîskare, berhemê wî wisa hişkin divê meriv bi çakûçan bişkêne, bi kêran qet bike encax daqurçîne.lê ne hewceyî vê tedayêye lewre puçin. zaroktiya xwe de gelek merifetên wî yê taybet hebûne. karibiye di hewa de bermeqlub çar teqle ser hev bavêje di navbera her teqliyî de çirokekî binivîse yani heya were erdê pirtûka wî a çîroka li ber çapê amedeye.



18.07.2013 22:27 | tivirloismail